Ne Mutlu Türk'üm Diyene!
Hoşgeldiniz Bugün 01 22 2025

Zate Ehsene İlahi Sözü

Elif Allahın Adı İlahi Sözü

Zate Ehsene İlahi Sözleri

Bê newm e baxvanê rezî Varlık bahçesinin,
Baxê ku baxvan bête ber uyumaz bahçıvanıdır.

Allah çi zatek ehsen e Ey Allah ne yüce zatsın,
Zêde Letîf û Qadirî Fazla latif ve kadirsin,
Mexlûq hemî nexşê Te ne Mahlukat hepsi senin nakışlarındır.

Vêk ra li hemyan fekirî Hepsini birden gözetirsin,
Hemd û sena laiq te ne Hamd ve övgü sana layıktır,
Wê ‘erşê ‘ezîm çêkirî Sen arşı yaratansın.

Erşê ‘ezîmê ekber e Sen o azametli varlık aleminin,
Zînet û xemla merkezî süs ve güzellik merkezisin,
Ew kursiya heq li ser e O kürsünün üzerinde sen varsın.

Bê çerku û gerdûn nabezî Sensiz o çark devran edemez,
Heq Wahîd e Witr e Fer e Allah tektir,birdir,tekildir,
Bê newm e baxvanê rezî Varlık bahçesinin,
Baxê ku baxvan bête ber uyumaz bahçıvanıdır.

Erdek heye Ew lê nebî bu varlık aleminde o heryerdedir,
Dara ku enqa bête ser Anka kuşunun konacağı ağaçta,
Belgek heye sih lê nebî Gölgelenemdik bir tek yaprak kalırmı,
Kî ji nî’metê dê dit xeber Yarabbi kim nimetlerinden haber verirse,
Ya Reb derê feyzê vebî yarab ona feiz kapılarını aç.

Ser çeşmeya feyzê çi ye?
Hate lîsanê ‘arifan,
Ew nûreka esmanî ye.

Darête qelbê xaîfan,
Ji şem’eyek da Meksî ye,
Lew bû nedîmê taifan.

Lew bûn herîf lew bûm nedim,
Min ‘işqeka dijwar heye,
Kovî kirim serfa ‘ezîm.

Min hêj meya pêrar heye,
Minet ji Rehmanê Rehîm,
Min mîrekî Sitar heye.

Ew mîr Kerîm e Satir e,
Xweş Hakim e di barê xwe da,
Xelqno! ne dûr e hazir e.

Ew Wahid e û bê îbtîda,
Her çî bikit ew Qadir e,
Ew Xalikê bê bab û da.

Xelqno! ji kê ra ev qese,
Daheq bi ‘urfê nas nasbikî,
Er dê bizanî ev bes e.

Ferxunde ye ne j’ferxekî,
Ew yek ji ‘amê re bes e,
Neh çerx di nava çerxekî.

Çerxê di nêv çerxa ez im Büyük çark içinde bir çarkta olan,
Ruh û rewana min Tu yî ruhumu canlı tutan sensin!
Ez hişkedarim narizim Ben dayanıklı,çürümez asayım.

Xeml û ruhana min tu yî süsüm ve reyhanım sensin!
Bê Te neşêm gavek bezim Sen olmadan;bir adım bile atamam,
Xanim mirada min tu yî sultanım muradım sensin.

Bê Te miradek meyt im,
Qelbim ji sûr mîrate ye,
Ez geştîyê natebitim.

Fexra qulûban Te heye,
Xelqno! bi Fûrqan û xetim,
Herçî dibêjim her we ye.

Ma ez dibêm vê gotinê,
Bêy Te ziban bê gotin e,
Ew qal û qîl e di dinê.

Zahir û batin sakin e,
Bûn mîqata mirinê,
Ew ji bal Te ne ne ji bal mine.

Min hewl nehin quwet nehin Benim gücüm kuvvetim yoktur,
Ruh ji Te ye dîn ji Te ye Ruhta sende görebiliyorsam sebebi sensin,
Min zehr û ezman navebin Dilim damağım açılmaz.

Deng ji Te ye sewt ji Te ye Ses sendedir…sesim sendedir,
Awaz ji kewna qudret in Sesim senin kudretinin eseridir,
Dest ji Te ye çeng ji Te ye Tutan; elim kolum sendedir.

Ew çeng çi ye roja ewel,
Çeng û lîsan jî digirî,
Deng têt ji sazê pir’emel.

Tembûr tiraş û kun kirî,
‘Işq û evîndarê Te dil,
Hubba di nîvê çêkirî.

Hub rêtî canê beşere,
Sewda ji mejyê wî firî,
Goyinî nêv dar û ber e.

Bê sûc e qet nakit girî,
‘Işq û evîna qemer e,
Netq û lîsanê jê birî.

Deng ji defa canê me tê,
Kirdin nefir û nayekî,
Sani’ bi herfê pif ketê.

Her zehrekî b’awazekî,
Subhan ji şahê Qudretê,
Her canekî û ebdanekî.

Ta’et bike rê dûr î tu,
Herçî di mektûba me de,
B’kaxez û kîs û mor î tu.

Ya min bida fî min bida,
Canê di kûba sor î tu,
Rohnîya sem’ û beser da.

Canê di navê nefsî ye,
Vêk ra hemî bû beşerî,
Maka wicûdan fanî ye.

Ew dê bizanî vî derî,
Eslê ruha me baqî ye,
Lew jê nedakin xawerî.

Dê biçîne nîva axekê,
Perda turabê tarîye,
Feqî dê rakit rahekê.

Bi mehdera wî barî ye,
Bo çak û parisa bi carekê,
Li cinnet bikin serdariyê.

Avek mehîn im kemter im,
Min cerg û dil bûne birîn,
Sewda û dîn û ebter im.

Pabendê vê nefsa le’în,
Muksîyê jar û bedtir im,
Ferhemnî xeyre-Rahimîn.


Yorum Yap