Şehit Murat İlahi Sözleri
Dikir teblîğ û zîkrullah,
Di vê rê de umur borî.
Dilo rabe bike fîgan,
Hetanî-j te were bigrî.
Li ser xortê weki mircan,
Bi bêje-b gotin û şi’rî.
Şehîdê te dı zîndanê,
Ji bonî dersa quranê.
Fedayê dî û îmanê,
Muradê-b qîmet û qedrî.
Murad hêja bi zarokî,
Riya heq naskir û da pey.
Bi dîlawerî lê bû xwey,
Timî pê peyvî pê fikrî.
Di camî ders û zanîngah,
Ciwanê û şêrê nûrewşa.
Dikir teblîğ û zîkrullah,
Di vê rê de umur borî.
Di bin te’dê êsra bistan,
Di girtîngaha faşîstan.
Bi îmana xwe bû destan,
Şehîd çû cenneta jorî.
Di zîndana Diyarbekrê,
Bi dîlawerî û sebrê.
Sirrê xwe tev birin qebrê,
Wekî Abdusselam bori.