Ne Mutlu Türk'üm Diyene!
Hoşgeldiniz Bugün 02 16 2025

Sabahul Xeyr İlahi Sözü

Elif Allahın Adı İlahi Sözü

Sabahul Xeyr İlahi Sözleri

Şubhê şem’ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez,
Da’if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez.

Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min,
Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min.
Te alellah çihzatî tu çih wî şîrîn sifatî tu,
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu.

Heyat û reheta can im sebahul xeyr ya xanim!
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê.
Sebahul xeyrî mesta min, letîfa cam bi desta min,
Xumar û meyperesta min, tuyî meqsûd û qesta min.

Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min,
ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min.
Di benda zulfê çewkan im sabahul xeyrî ya xanim!
Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê.

ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê,
Siyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê.
Şubhê şem’ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez,
Da’if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez.

Ve bulbul ra bi evxan im sebahul xeyrî ya xanim!
Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê.
Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe,
Bi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe.

Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran,
Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran.
Li dîdara te heyran im sebahul xeyrî ya xanim!
Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê.


Yorum Yap